Metre: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Here nagîvasyonê
Here lêgerînê
imported>Balyozbot B Bot: Paqijkirina koda rûpelê (Şablona {{Şitil}} lê zêde kir, Kategoriya sereke lê zêde kir, Binê rûpelê standard kir, Lînk paqij kir, Valahiyên ne hewce jê bir.) |
(Cudahî nîne)
|
Guhartoya herî nû ya 15:38, 19 gulan 2024

Metre (wekî metro, metir jî tê nivîsandin) di Sîstema Navneteweyî ya Yekînan û di Sîstema Metrîk da metre yek ji yekînên bingehîn e. Metre yekîna dirêjahiyê ye. Peyva metre ji peyva yewnanî μέτρον, métron dihêt. Kurtenavê wê m ye.
Bi awayekê dîrokî, metre ji aliyê Akademiya Zanistî ya Fransayê wekî 1/10,000,000 a wê hêlê hat pênasekirin ko ji kembera erdî ber bi qubê bakur diçe û ji bajarê Parîsê derbaz dibe. Niha, Dîwana Navneteweyî ya Kêşan û Pîvanan her metreyek hosa pênase dikit: dûrahiya ko ruhnî di heyama 1/299,792,458 ya sanîyeyê da di valahiyê da diçe.
Ew hezarekî kîlometreyekî ye.
Metreyek ev e:
- 10 desîmetre ye.
- 100 sentîmetre ye.
- 1000 milîmetre ye.
Çavkanî
- Zana Farqînî (2004). Ferhenga kurdî-tirkî. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê.