Brûsk

Ji testwiki
Guhartoya 03:28, 25 gulan 2024 ya ji aliyê imported>Balyozbot (Bot: Kategoriyên kêm ji en.wîkiyê lê hatin zêdekirin; paqijiyên kozmetîk (Binê rûpelê standard kir.)) ve
(cudahî) ← Guhartoya kevintir | Guhartoya niha (cudahî) | Guhartoya nûtir → (cudahî)
Here nagîvasyonê Here lêgerînê
Birûsk di nav ewr û axê

Brûsk yan jî vedana brûskê bûyereke xwezayî ye ku bi valakirina elektrostatîk a di nav atmosferê de ku di navbera du herêmên bi elektrîka barkirî de pêk tê ku bi vedana brûskê re hem di atmosferê de, hem jî yek di atmosferê de û yek jî li ser rûyê erdê li gorî celebên brûskan di navbera 200 megajol û 7 cîgajol de bi valakirina demkî ya enerjiya elektrîkê noturalîze (bêbandor) dike.[1][2] Dibe ku ev valakirina enerjiyê ji germa ku ji hêla tevgera bilez a elektronan ve hatiye afirandin ji radyasonên çirûskên geş ên ronahiya xuya bigire heya radyasyonên di forma laşê reş de radyasonên elektromanyetîk ên berfireh çêbike. Vedana brûskê dibe sedema dengek bilind ku ber ji pêla şokê ya gazên li derdora valakirina enerjiyê çêdibe ku bi zextek ji nişka ve zêde dibe. Vedana brûskê bi gelemperî di dema birûskê û her wiha cûreyên din ên pergalên hewayê yên enerjîk de pêk tên lê birûskên volkanîkî di dema teqînên volkanîkî de çêdibin. Birûsk bûyereke elektrîkê ya atmosferê ye ku beşdariya enerjiyê ji bo çerxa elektrîkê ya atmosfera gerdûnî çêdike.

Sê celebên sereke yên brûskê hene ku li gorî cihê lê diqewimin têne cûda kirin: celebek di nava ewrekî bahozê de (nav-ewr), celebek di navbera du ewran de (ewr-ewr), celebeke din jî di navbera ewr û erdê de (ewr-erd) pêk tê. Gelek celebên din ên çavdêriyayî têne zanîn ku di nav de "brûska germê" ku ji dûr ve têne dîtin lê nayê bihîstin; brûska ziwa ku dibe sedema şewata daristanan û brûska topê ku gelek kêm têne dîtin.

Lez

Birûsk (cem 0 °C) 332 mitiran di sanîyekê da dare (332ms)

Çavkanî

Şablon:Çavkanî Şablon:Kontrola otorîteyê Şablon:Fizîk-şitil