Metre

Ji testwiki
Guhartoya 15:38, 19 gulan 2024 ya ji aliyê imported>Balyozbot (Bot: Paqijkirina koda rûpelê (Şablona {{Şitil}} lê zêde kir, Kategoriya sereke lê zêde kir, Binê rûpelê standard kir, Lînk paqij kir, Valahiyên ne hewce jê bir.)) ve
(cudahî) ← Guhartoya kevintir | Guhartoya niha (cudahî) | Guhartoya nûtir → (cudahî)
Here nagîvasyonê Here lêgerînê
Metreyeke standard a ku di sedsala 18-ê de ji aliyê Chalgrin ve hate sazkirin. Li Parîsê tê dîtin.

Metre (wekî metro, metir jî tê nivîsandin) di Sîstema Navneteweyî ya Yekînan û di Sîstema Metrîk da metre yek ji yekînên bingehîn e. Metre yekîna dirêjahiyê ye. Peyva metre ji peyva yewnanî μέτρον, métron dihêt. Kurtenavê wê m ye.

Bi awayekê dîrokî, metre ji aliyê Akademiya Zanistî ya Fransayê wekî 1/10,000,000 a wê hêlê hat pênasekirin ko ji kembera erdî ber bi qubê bakur diçe û ji bajarê Parîsê derbaz dibe. Niha, Dîwana Navneteweyî ya Kêşan û Pîvanan her metreyek hosa pênase dikit: dûrahiya ko ruhnî di heyama 1/299,792,458 ya sanîyeyê da di valahiyê da diçe.

Ew hezarekî kîlometreyekî ye.

Metreyek ev e:

Çavkanî

  • Zana Farqînî (2004). Ferhenga kurdî-tirkî. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê.

Şablon:Kontrola otorîteyê Şablon:Şitil