Max Planck

Ji testwiki
Guhartoya 02:29, 12 hezîran 2024 ya ji aliyê imported>Wikihez (T: + {{Bêçavkanî}}) ve
(cudahî) ← Guhartoya kevintir | Guhartoya niha (cudahî) | Guhartoya nûtir → (cudahî)
Here nagîvasyonê Here lêgerînê

Şablon:Bêçavkanî Şablon:Agahîdank mirov/wîkîdane Max Karl Ernst Ludwig Planck (jdb. Şablon:Jidayikbûn li Kiel; m. Şablon:Mirin li Göttingen) yek ji fîzîknasên navdar ên alman e. Ew wekî avakerê fîzîka kuantumê tê zanîn. Sala 1918î Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.

Planck wekî Albert Einstein, yek ji giregirên fîzîkê ye. Gelek caran bi hev re xebitîne. Planck gelek angaşt û formûl avakiriye û bipêşxistiye. Bo mînak Neguhera Planck, Zagona Planck a tîrêjdayînê hwd. Hêj di 30 saliye xwe de dibe gerînendeyê enstîtuya fîzîk a Berlînê. Doktoraya xwe bi angaşta ravekirina ristina hîdrojenê dide lê ew pirranî bala xwe berdide fîzîka matematîkî. Keşfa cîsmên reş dike û bi wêrekî fîzîka heyî û rûniştî rexne dike. Sala 1900î êdî keşfa wî ya mekanîka kuantumê amade ye.

Têkiliya di navbera enerjiya qûantan û frekansa pêlekî bi formûla E=hν dida ravekirin. Ev yeka wekî şoreşeke nû ya fîzîkê bû.

Dîsa Neguhera Planck a ku di matematîka fîzîkê de tê bikaranîn û navdar e wisa ye:
(h=6,626071034Js=4,135671015eVs,)

Di jiyanê de xwedî ramanên hişk û biryardar bûye. Lawê wî tevlî çalakiyeke kujerî li dijî Adolf Hitler dibe. Sazûmaniya nazî ji Planck dixwazin heger ew bi fermî û eşkere piştgiriya xwe bo rejîma faşîzmê bike dê lawê wî were azadkirin. Planck vê teklîfê napejirîne û ramana xwe ya li dijî faşîzmê nafiroşe. Lawê wî paşê tê kuştin.

Xelat û payeyên wî

Îro gelek dibistan, zanîngeh, kolan hwd. bi navê wî hatine binavkirin.

Çavkanî

Şablon:Kontrola otorîteyê Şablon:Şitil